• Fate of Australians stranded in Roj camp remains uncertain - Çarenûsa ne diyar a Australiyên ku li kampa Roj asê mane
    Feb 25 2026
    Today’s discussion examines the situation of Australian women and children detained in Roj camp in north-eastern Syria. The camp, administered by the Autonomous Administration of north-eastern Syria, houses families of foreign nationals allegedly associated with the Islamic State. Many of the children have lived most — if not all of their lives within the camp’s confines. In this interview, Khalid Ibrahim of the External Relations Department of the Autonomous Administration provides insight into current conditions, with particular attention to the circumstances facing the Australian women and children. - Îro em ê li rewşa jin û zarokên Australîye ku li kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê girtî ne binêrin. Kamp, ku ji hêla Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin, malbatên kesên biyanî yên ku tê îdiakirin bi Dewleta Îslamî ve girêdayî ne dihewîne. Gelek ji wan zarokan ku piranî - an jî hemî - jiyana xwe di kampê de derbas kirine. Di vê hevpeyvîna bi endamê Beşê Têkiliyên Derve li Rêveberiya Xweser a bakur-rojhilatê Sûriyê em bi Xalid Ibrahim re li ser rewşê û bi taybetî li ser jin û zarokên Australî diaxafin.
    Show More Show Less
    14 mins
  • Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine Kuştin
    Feb 25 2026
    Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
    Show More Show Less
    7 mins
  • Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirin
    Feb 25 2026
    Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Nûçeyên roja Înî 20 02 2026
    Feb 20 2026
    Di bûletena îro de: Andrew Mountbatten-Windsor piştî 12 demjimêran di bin çavdêriya polîsan de hat berdan... Lêgerîna bapîrê 85 salî yê hatî revandin berdewame... Û di werzîşê de, Indra Brown ya ciwan di fînala nîv-lûleya azad de bi ser ket dema ku Australya dixwaze mêdalîyan zêde bike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Show More Show Less
    5 mins
  • Li Amedê bernameyên curbicur ji bo Roja Zimanê Dayikê li dardikevin
    Feb 20 2026
    Roja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike.
    Show More Show Less
    10 mins
  • Nuçeyên roja Pêncşemê 19 02 2026
    Feb 19 2026
    Di vê bûletene de: Opozîsyona Federal dibêje divê pasaport ji jin û zarokên ku bi koma Dewleta Islamî (DAIŞ) ve girêdayî ne nehatibûna dayîn... Adelaide dê ji sala 2027an pê ve mazûvaniya MotoGP bike... Û Mary Flower di tîmê Matildas de ji bo Kûpa Asyayê ya meha bê hat hilbijartin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Show More Show Less
    10 mins
  • Ji şefaqê heta rojava: bandora rojiya remezanê li ser kesên nexweşiya kronîk hene
    Feb 19 2026
    Di meha Remezanê de, bi mîlyonan Misilman ji şefaq heta rojava her roj ji xwarin û vexwarinê dûr dimînin, hin caran ji bo mehekê di rojên havînê yên dirêj û germ de. Her çende ku rojîgirtin xelatên giyanî yên hene û hin feydeyên tenduristiyê tîne, di heman demê de ew barekî giran li ser laş çêdike — bi taybetî ji bo kesên ku bi nexweşiyên kronîk re dijîn. Ji bo ku vê meha pîroz bi awayekî tenduristî derbas bikin, mêvanê me îro Dr Elî Zêbarî ye da em derbarê kesên ku nexweşiya kronîk hene bipeyîvin.
    Show More Show Less
    7 mins
  • "Daxwazeke te ya netewî nîne, tu ê kongera netewî bi kê re çê bikî"
    Feb 18 2026
    Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal reveberên welat, hêz û herêman bi rojeva siyasetên ewlehiyê tîne cem hev, konferansê îsal mazûvaniya şandeyeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir. Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi fermî beşdarî konferansê bûn. Civînek di navbera wezîrê derve yê Sûriyê Esaad al-Şeybanî û şandeya HSDê pêk hat. Em derbarê Konfirensê û civînê bi analîstê siyasetê Dr Ekrem Onen re diaxafin.
    Show More Show Less
    16 mins