• Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî
    May 8 2026
    Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi navê Amedê nîne.’’ Lê hin şîrovekar îdia dikin ku serkeftina Amedsporê ji encama pêvajoya siyasî ye ku du sal in li Tirkiye didome ye.
    Show More Show Less
    10 mins
  • Alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Kurdan dibe sedema aloziyên siyasî li Herêma Kurdistanê
    May 8 2026
    Daxuyanîyeke nû ya Donald Trump, serokê Amerîka, derbarê dayîna çek û alîkarîya leşkerî bb Kurdan re, pêleke berfireh a bertek û nîqaşan di navenda siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê de çêkiriye. Ev yek bûye sedema derketina cureyeke ji hevrikîya medyayî di navbera alîgir û kadroyên PDK û YNK ku her aliyek yê din bi birina çekan tohmetbar dike.
    Show More Show Less
    8 mins
  • Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir
    Apr 30 2026
    Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.
    Show More Show Less
    11 mins
  • Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtine
    Apr 29 2026
    Rêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da
    Apr 23 2026
    Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî.
    Show More Show Less
    8 mins
  • Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de
    Apr 22 2026
    Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêşemê (21/04/2026) ew dersixstin pêş dozger bi dexwaza girtinê. Heta niha 15 kes di vê lêpirsînê hatine girtin.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçin
    Apr 16 2026
    Aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Hatice Kamer ji Amedê hene.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dike
    Apr 15 2026
    Hilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    Show More Show Less
    7 mins